HÎNDEKARIYA
ZIMAN Û ÇANDA KURDÎ

Tu dixwazî asta zimannasiya xwe bi pêş de bidî?

AGAHIYÊN GIŞTÎ

Em li giştiya Swîsreyê Kursên Kurdî yên di her astê de pêşkêş dikin. TMamosteyên me yên xwediyê tecrubeya salan wê bi bînfirehî li gor asta zimanasiya te dersan bidin te û te gav bi gav bi pêş de bibin.

ARMANC

  • Bipêşdebirina asta rêziman û xezîneya peyvan.
  • Baştirkirina asta xwendin û axavtinê.
  • Bilindkirina hêza bixwebawerbûnê û bikaranîna zimanê kurdî.

     

    HÛRGULÎ

ASTA DESTPÊKÊ A1

Tê di vê astê de van hîn bibî:

  • Alfabe, jimar, meh û rojên salê û daçek.
  • Xwenasandin
  • Bi hevokên hêsan nêrîna xwe bibêjî.
  • Li ser liv û tevgera rojane bi dema niha biaxivî.
  • Endamên malbatê, têkilî û çanda xwarinê nas bikî.
  • Bi riya helbest û çîrokan wê nêrîneke te li ser wêjeya kurdî çêbibe.

Ji bo şagirtên bi rêk û pêk tev lê dibin, wê erêkirineke tevlêbûna kursê were dayîn.

 


ASTA NAVÎN A2

Tê di vê astê de van hîn bibî:

  • Tê nivîsên bi dema niha, dema borî û dema bê fêhm bikî û biaxivî.
  • Hevokên dirêj ên bi hevokên alîkar fêhm bikî û biaxivî.
  • Lêkeran û awayê kişandina wan hîn bibî.
  • Çîrok û çîvanokên hêsan, cilûberg û rojên cejnê nas bikî.

Ji bo şagirtên bi rêk û pêk tev lê dibin, wê erêkirineke tevlêbûna kursê were dayîn.


ASTA BILIND B1

Tê di vê astê de van hîn bibî:

  • Hevokên dirêj û xurt fêhm bikî û bi wan biaxivî.
  • Hevokên bi lêker û hevokên alîkar fêhhm bikî, daxwazname û karnameyan binivî.
  • Awayên demên cuda û kişandina lêkeran hîn bibî, bi kar bînî.
  • Gelek lêkeran hîn bibî.
  • Nêrîneke te wê li ser dîrok, erdnîgarî hîn bibî.

Ji bo şagirtên bi rêk û pêk tev lê dibin, wê erêkirineke tevlêbûna kursê were dayîn.

‘Yekîtiya miletê kurd bi yekîtiya zimanê kurdî pêk tê. Di yekîtiya zimên de gava pêşîn jî yekîtiya herfan e. Yanî ji bo nivîsandina zimanê miletekî, divê zana û xwendewarên wî miletî bi tevayî ji bo zimanê xwe elfabêyekê bibijêrin û heke di wî zimanî de çend zar hene, zar hemî bi wê elfabayê werin nivîsandin. ’

MIR CELADET BEDIRXAN