
21 Pirtûkên Hîndekariya Kurdî
21. Adar. 2021
Ji bo 11 salên bingehîn ên destpêka hîndekariya kurdî bi rêkûpêk werin meşandin 21 pirtûkên dersdanê bi xebata Komeleya Hîndekariya Kurdî di nav weşanên Instîtuta Kurdî ya li Swîsreyê de hatin çapkirin.
Bi piştgirî û hevkariya Xwendegeha Bilind a Pedagojî ya Zurichê, Wezareta Çandê ya Swîsre BAKê û bi xebata 5 salan a Komeleya Hîndekariya Kurdî ya li Swîsreyê bi piştgiriya PENa KURD û Yekîtiya Mamosteyên Kurd a li Ewropayê ji bo hîndekariya kurdî 21 pirtûkên dersdanê di nav weşanên Instîtuta Kurdî ya li Swîsreyê de derketin.

Hîndekariya Kurdî
Hybrid
Instîtut Kurdî bi hevkariya Komeleya Hîndekariya Kurdî li giştiya Swîsreyê kursên kurdî bi rê ve dibe.
Ji bo agahiyên zêdetir ji me re peyamekê bi forma serlêdanê bişîne.

WAS IST WAS? / ÇI ÇI YE?
2022 - 2023
INSTITUT KURDî SWîSRE dixwaze hemû pirtûkên rêza Was ist Was? Çi Çi Ye? ji bo zarok û ciwanan wergerîne kurdî. Ger tu dixwazî ev xebata hêja û mezin bi pêş de biçe, tu jî alîkariya vê xebatê bike.
Çîrok û Çîvanokên Zarokan 2022 û şûn de Instîtut Kurdî di çarçoweya erk û armancên xebata xwe de salê herî kêm du pirtûkên zarokan wê ji wêjeya ewropî wergerîne Kurdî û biweşîne. Bi vê armancê heta dawiya 2023an wê du pirtûkên zarokan yên bi navê Masiyê Bûka Baranê û Pişê wergerîne û bide çapê.
Masiyê Bûka Baranê

Regenbogenfisch

Pişê

Pitschi

Institutkurdi Swisre ji bo çapkirina berhemên hêja yên kurdî û nirxdar li gor derfetên xwe alîkariya we dike. Ev pirtûkên li jêr ên Beyhanî Şahîn yên li ser Avesta-Zarathustra hêjayî alîkariyê hatine dîtin û Institutkurdî Swîsre piştgiriya van pirtûkan kiriye.
Arîca - Kurdîca 1

Avestîca - Kurdîca 1

Medîca - Kurdîca 1

Proto Kurdî 1
AVESTA 1

AVESTA 2

AVESTA 3

AVESTA 4

